Eskerên Îsraîlê 19 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê her tim li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat davêjin ser malan û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin.

Eskerên Îsraîlê 19 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 19 Filistînî binçav kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, li Şerîeya Rojava bi şev bi îdiaya "tevî bûyerên terorê bûne" 19 Filistînî hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, kesên binçavkirî ji bo lêpirsînê sewqî saziyên têkildar kirin.

Eskerên Îsraîlê her tim li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat davêjin ser malan û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin.

Hat gotin şeva yekşemê li nêzîkî Ofraya cih û warê Cihûyan Filistîniyan êrîşî 6 Cihûyan kirine ku esker van Filistîniyan digerin.

Li gor daneyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da jê 430 girtiyên îdarî, 6 parlamenter û 270 zarok nêzî 6 hezar Filistînî hene.

Li Şerîaya Rojava şeva yekşemê nêzîkî li Ofraya cih û warê Cihûyan ji wesayîtekî gule li ser kesên li rawestgahê disekinin hatibû barandin û 6 Cihû birîndar bûbûn.

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2018, 11:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE