Eskerên Îsraîlê 2 Filistînî şehîd kirin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daxuyand li bajarê Nablusê eskerên Îsraîlê 2 Filistînî şehîd kirin...

Eskerên Îsraîlê 2 Filistînî şehîd kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 2 Filistînî şehîd kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daxuyand li bajarê Nablusê 2 Filistînî ji ber êrîşa eskerên Îsraîlê şehîd ketin.

Di daxuyaniyê da der barê hurgiliyan da agahî nehat dayîn.

Li Nablusê Midûrê Îrtibata Sivîl Mazin ed-Denbek ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand hêzên Îsraîlê gule berdan wesayîteke Filistîniyan, 2 ciwanên bi navê Raîd Hamdan û Zeyd en-Nurî şehîd ketin.

Denbek got eskerên Îsraîlê heta niha cinazeyê Filistiniyên ku  şehîd ketine teslîm nekirin.

Eskerên Îsraîlê şev li Nablusê êrîş kiribûn, di navbera esker û ciwanên Filistinî da rageşî çêbûbû.

Eskeran bi guleyên rastîn, plastîk û bi bombeyên xazê yên rondikrêj va mudaxaleya ciwanan kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE