Eskerên Îsraîlê 25 Filistînî binçav kirin

 Li Şerîeya Rojava eskerên Îsraîlê 25 Filistînî binçav kirin.

Eskerên Îsraîlê 25 Filistînî binçav kirin

 Li Şerîeya Rojava eskerên Îsraîlê 25 Filistînî binçav kirin.

Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got li herêmên cuda ên Şerîeya Rojava 25 Filistînî ji ber îdiaya "beşdarî çalakiyên terorê" bûne, hatine binçavkirin.

Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku ji bo jêpirsînê, Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin. 

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên ku hatine dagirkirin ji ber îdiayên cuda gelek caran diavêjin ser malan û Filistîniyan binçav dikin.

Li gor çavkaniyên Filistînî yên fermî di girtîgehên Îsraîlê de 430yê wan girtiyên îdarî, 270yê wan zarok bi tevahî 6 hezar Filistînî girtî ne.

Îsraîl bi qanûna "girtina îdarî" dikare kesekî Filistînî ji mehekê heta 6 mehan binçav bike.

Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" dadgerê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE