Eskerên Îsraîlê li Betillahîma bajaroka Şerîeya Rojava ya dagirkirî 3 welatiyên Filistînê birîndar kirin.
Li gor agahiyên ji şahidên bûyerê hatin sitandin, hêzên Îsraîlê avêtin ser Dehîşeya Kapma Penaberan a li Betillahîmê.
Ciwanên ji Filistînê bertek nîşanî eskerên Îsraîlê dan li ser vê eskeran bi xaza rondikrêj, fîşengên rastî û yên plastîk va midalexeyî ciwanan kirin.
Çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînê diyar kirin ku di dema midaxeleyê da 3 welatiyên Filistînê bi fîşengên rastî birîndar kirin.
Eskerên Îsraîlê bi hinceta lêgerîna kesên digerin va gelek caran diavêjin ser bajarokên Filsitînê.
AA