Eskerên Îsraîlê 8 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 8 Filistînî binçav kirin.

Eskerên Îsraîlê 8 Filistînî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku hatiye dagirkirin 8 Filistînî binçav kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya ku "tevî bûyerên terorê bûne" 8 Filistînî hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Filistîniyên binçavkirî ji bo jêpirsînê sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.

Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ya ku dagirkirî, hêzên Îsraîlê gelek caran di ser malan da digirin û bi îdiayên cuda Filistîniyan binçav dikin.

Filistîniyên tên binçavkirin ên di nav da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.

Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da 500 jê girtiyên îdarî, 230 jê zarok nêzî 5 hezar û 700 Filistînî hene.

Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" va Filistîniyan li gor îstixbaratê di navbera mehek û 6 mehan da digire.

Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Gulan 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE