Eskerên Îsraîlê Filistîniyek şehîd kir

Eskerên Îsraîlê bi ser Kampa Penaberan Qalendiyayê girtin û Filistîniyek şehîd kir

Eskerên Îsraîlê Filistîniyek şehîd kir

Eskerên Îsraîlê avêtin ser Kampa Penaberan Qalendiyayê ku li bakurê Qudsa dagirkirî ye û Filistîniyek şehîd kir.

Li gorî agahiya ku ji şahidên bûyerê hat wergirtin, îro serê sibehê eskerên Îsraîlê bi ser Kampa Penaberan Qalendiyeyê girtin û gule berdan wesayîta ku Elî Edwan jî tê da bû. Hat destnîşankirin ku Edwan di encamê da bi guleyên eskerên Îsralê şehîd ket.

Çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînê jî ragihandin ku eskerên Îsraîlê çend saetan dest danîn ser cinazeyê Edwan û dû ra teslîmî navenda tenduristiyê ya Filistînê kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE