Eskerên Îsraîlê jê yek zarok 2 Filistînî kuştin

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava jê yek zarok 2 Filistînî kuştin.

Eskerên Îsraîlê jê yek zarok 2 Filistînî kuştin

Eskerên Îsraîlê li bajarê Cenînê yê Şerîeya Rojava ya dagirkirî, jê yek zarok 2 Filistînî kuştin, 5 kes jî birîndar kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Filistînê, eskerên Îsraîlê avêtin ser bajarê Cenînê yê li bakurê Şerîeya Rojava.

Di dema serdagirtinê da eskerên Îsraîlê zarokekî 17 salî û ciwanekî 23 salî kuştin.

Wezareta Tenduristiya Filistînê di daxuyaniya serê sibehê da ragihandibû, eskerên Îsraîlê bi guleyên rastîn li 5 Filistîniyan dan ku 3 jê rewşa wan giran e û birîndar rakirin Nexweşxaneya Sînayê ya li bajarê Cenînê.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da jî hat diyarkirin, ji bo binçavkirina hin Filistîniyan li dijî Kampa Penaberan a Cenînê operasyona eskerî hat kirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, Filistîniyên di kampê da gule berdan eskerên Îsraîlê û eskerekî ku bi sivikî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE