Eskerên Îsraîlê jinek fîlîstînî kuştin

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li cihê kontrolê ya eskerî ya Kalendiyayê ya di navbera Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat e jineke Filistînî ji ber guleya eskerên Îsraîlê şehîd ket.

Eskerên Îsraîlê jinek fîlîstînî kuştin

Li Şerîaya Rojava ya ku hatiye dagirkirin jineke Filistînî ji ber guleyên eskerên Îsraîlê hat kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li cihê kontrolê ya eskerî ya Kalendiyayê ya di navbera Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat e jineke Filistînî ji ber guleya eskerên Îsraîlê şehîd ket.

Di daxuyaniyê da zêdetir agahî nehat dayîn.

Ji hêla din şahidan got eskerên Îsraîlê serê sibê li cihê kontrolê ya Kalendiyayê gule berdan jineke Filistînî.

Hat gotin piştî bûyerê eskerên Îsraîlê nehîştine ku tîmên tenduristiyê mudaxaleya jinikê bikin.

Di navbera Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat da dîwarekî bêton ê ku di sala 2003an da hatiye çêkirin heye. Bilîndahiya dîwêr digîhîje 5 mêtroyan û gelek cihên kontrolê ya eskerên Îsraîlê heye.

Ji bilî rojên taybet Îsraîlê destûrê nade Filistîniyan ku ew derbasî Qudsê bibin.

Kesên li Xezeyê dijîn ne dikarin herin Qudsê û ne jî cihekî din.

Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat ji sala 1967an vir va di bin dagirkeriya Îsraîlê da ye.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE