Eskerên Îsraîlê li Nablusê Filistîniyek kuşt, 2 kes jî birîndar kirin

Eskerên Îsraîlê li Nablusê Filistîniyek kuşt, 2 kes jî birîndar kirin

Li bajarê Nablusê yê li bakurê Şerîeya Rojava ya dagirkirî, bi guleyên eskerên Îsraîlê Filistîniyek hat kuştin, 2 Filistînî jî birîndar bûn.

Li gorî agahiya ku ji şahidan hat wergirtin, eskerên Îsraîlê sibehê zû bi ser taxa Resuleyn a Nablusê da girtin.

Peywirdarê Heyva Sor a Filistînê Ehmed Cîbrîl di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, Cemîl Mihemed el-Keyalê 31 salî yê Filistînî yê ku di dema biserdagirtinê da guleya rastîn li serî ket, mir.

Cîbrîl got ku du ciwanên Filistînî jî bi lêdana wesayîta eskerên Îsraîlê birîndar bûn, lê der heqê rewşa birîndaran da agahî neda.

Malperên xwemalî yên nûçeyan ên Filistînî jî dîmenên kuştina Keyal parve kirin ku di dema serdaavêtina eskerên Îsraîlê da gule li serî ket.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE