Hat ragihandin ku eskerên Îsraîlê li Ramallaha bajarê Şerîaya Rojava bi ser hin navnîşanan da girt 2 Filistînî binçav û bi guleyan jî 3 Filistînî birîndar, kirin.
Li gor agahiyên ji şahidên bûyerê hat hildan eskerên Îsraîlê li bajaroka Kefr Akab a nêzî bajarê Ramallahê 2 Filistînî binçav kir.
Şêniyên herêmê bertek nîşanî binçavkirina Îsa Saravî û Mihammed Ratîb Saraviyê ji ciwanên herêmê ne, dan û ji ber vê jî rageşî derket.
Di vê navberê da Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daxuyanî da û ragihand ku di kampa penaberan a Kalandiya yê ya nêzî bajaroka Kefr Akabê di navbera şêniyên kampê û eskerên Filistînê da rageşî çêbû û 3 Filistînî bi guleyên heqîqî va birîndar bûn.
Hat gotin ku hersê birîndar li navendeke tenduristiyê y li Ramallahê tên tedawîkirin lê rewşa wan giran e.
Hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava ya dagirkirî û Qudsa Rojhilat bi îdiayên curbecur bi ser malan da digirin û Filistiniyan binçav dikin.
AA