Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava bi hezaran dar birîn

Bîşarat ragihand ku qada daristanê bi "hinceta li herêma tetbîqata eskerî cî digire" hat texrîbkirin û got ku her wiha eskerên Îsraîlê 300 darên zeytûnê yên ku nîvendiya emrê wan di navbera 8 û 10 salan da ye jî birîn.

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava bi hezaran dar birîn

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî bi hinceta ku dikeve qada tetbîqata eskerî li qada daristanê bi hezaran dar birîn û birîndar kirin.

Li gor WAFAya ajansa fermî ya Filistînê rayedarê Filistînî Mutex Bîşarat diyar kir ku esker bi buldozeran va ketin qada daristanê ya li çolwarê bajarê Tubasê.

Bîşarat ragihand ku qada daristanê bi "hinceta li herêma tetbîqata eskerî cî digire" hat texrîbkirin û got ku her wiha eskerên Îsraîlê 300 darên zeytûnê yên ku nîvendiya emrê wan di navbera 8 û 10 salan da ye jî birîn.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku eskerên Îsraîlê hemû rêyên diçin herêmê ji serê sibehê pê va girtine.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE