Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava Filistîniyek şehîd kir

Eskerên Îsraîlê li Tubasa bajarê Şerîeya Rojava gule avêtin û ciwanekî Filistînî şehîd bû.

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava Filistîniyek şehîd kir

Eskerên Îsraîlê li Tubasa bajarê Şerîeya Rojava gule avêtin û ciwanekî Filistînî şehîd bû.

Çavkaniyên tenduristiyê yên li bajarê Cenînê ragihand ku, eskerên Îsraîlê li bajaroka Tammuna bajarê Tubasê gule agir kirin û gule li singê Mihemmed Beşaratê Filistînî yê 23 salî ket û ew giran birîndar bû û şehîd bû.

Şahidan jî got ku li Tammunê da navbera hêzên Îsraîlê û bi dehan Filistîniyan da bûyer derketin û eskeran bi fîşengên rastîn û xaza îsotê va midaxale kir.

Der heqê bûyerê da hê ji miqamên Îsraîlê an jî ji Filistînê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Li Qudsa Rojhilat û Şerîaya Rojava ku di binê îşxalê da ye, hêzên Îsraîlê timî davêjin ser malan û bi hin îdiayan va Filistîniyan binçav dikin û di navbera esker û Filistîniyan da bûyer dertên.

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2018, 14:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE