Eskerên Îsraîlê li bajarê Selfîta girêdayî Şerîeya Rojava ya dagîrkirî bi îdiaya ku molotof avêtiye eskeran, xortekî Filistînî şehît kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tendirustiya Filistînê, niştecihên Cihû, bi refeqeta eskerên Îsraîlê girtin ser bajarokê Kifil Harîs a girêdayî Selfîtê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Filistîniyan bersiva êrîşên niştecihan a dijî gelê bajarokê dane û xortekî 29 salî bi navê Îbrahîm Ebû Yaqûb bi îdiaya ku molotof avêtiye eskeran, ji aliyê eskerên Îsraîlê ve derb ji sitûyê xwe xwar û bi giranî birîndar bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ebû Yaqûb rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selfîtê lê tevî hemî midaxeleyan şehîd ketiye.
Artêşa Îsraîlê heta nuha derbarê bûyerê de ti daxuayniyek nedaye.AA