Eskerên Îsraîlê li sînorê Xazeyê 83 Filistînî birîndar kirin

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xazeyê hat dayîn eskerên Îsraîlê bi bombeya xazê û guleyên rasteqîn midaxaleyî Filistîniyên ku li sînorê Xazeyê xwepêşandanên aştiyane dikin kirin û 83 kes birîndar bûn.

Eskerên Îsraîlê li sînorê Xazeyê 83 Filistînî birîndar kirin

Eskerên Îsraîlê midaxaleyî xwepêşandanên "Meşa Vegera Mezin" ên aştiyane yên ku li sînorê Xazeyê dihatin lidarxistin kirin, 83 Filistînî birîndar bûn. 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xazeyê hat dayîn eskerên Îsraîlê bi bombeya xazê û guleyên rasteqîn midaxaleyî Filistîniyên ku li sînorê Xazeyê xwepêşandanên aştiyane dikin kirin û 83 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku rewşa birîndarekî xedar e.

Filistînî ji 30yê adara 2018an vir va li sînorê Xeta Xazeya dagirkirî bi navê "Meşa Vegera Mezin" xwepêşandanên aştiyane dikin.

Eskerên Îsraîlê jî bi guleyên rasteqîn gule direşînin ser gelê sivîl ê dixwaze ku "vegere axên xwe yên jê hatin sirgûnkirin û eblûqeya neheq a ku ji 2006an vir ve li Xazeyê tê tetbîqkirin xilas bibe."

Eskerên Îsraîlê midaxaleyî xwepêşandanên aştiyane yên ku ji 30yê adarê vir va didomin dikin û di van midaxaleyan da ji 200î zêdetir Filistînî şehîd ketin.AA

Dîroka nûkirinê: 06 Nîsan 2019, 16:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE