Eskerên Îsraîlê li sînorê Xezeyê 55 Filistînî birîndar kirin

Eskerên Îsraîlê midaxaleyî xwepêşandanên meşên aştiyane yên li sînorê Xeta Xezeya dagirkirî tên lidarxistin kirin, 55 Filistînî birîndar bûn.

Eskerên Îsraîlê li sînorê Xezeyê 55 Filistînî birîndar kirin

Eskerên Îsraîlê midaxaleyî xwepêşandanên meşên aştiyane yên li sînorê Xeta Xezeya dagirkirî tên lidarxistin kirin, 55 Filistînî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê eskerên Îsraîlê midaxaleyî xwepêşandanên Meşên Vegera Mezin ên aştiyane yên ku li sînorê rojhilat ê Xezeyê tên lidarxistin kirin û 33 jê bi bi guleyên rasteqîn 55 Filistînî birîndar kirin.

Daxuyaniyê da der barê rewşa tenduristiya birîndaran da agahî nehat dayîn.

Filistînî ji 30yê adara 2018an vir va li sînorê Îsraîlê yê Xeta Xezeya dagirkirî bi navê "Meşa Vegera Mezin" xwepêşandanên aştiyane li dar dixin. 

Eskerên Îsraîlê j bi guleyên rasteqîn guleyan berdidin gelê sivîl ê dixwaze ku "vegere axa xwe ya jê hatiye sirgûnkirin û eblûqeya neheq a ku ji sala 2006an vir va li Xezeyê tê tetbîqkirin bê rakirin." 
Di midaxaleya eskerên Îsraîlê ya li ser xwepêşandanên aştiyane yên ku ji salekî dirêjtir e didomin da heta niha ji 200î zêdetir Filistînî şehîd ketin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE