Eskerên Îsraîlê li sînorê Xezeyê 77 kes birîndar kirin

Eskerên Îsraîlê midaxaleyî xwepêşandanên "Meşa Vegera Mezin" ên aştiyane yên ku li sînorê rojhilat ê Xeta Xezeya dagirkirî tên lidarxistin kir û 77 kes birîndar bûn

Eskerên Îsraîlê li sînorê Xezeyê 77 kes birîndar kirin

Eskerên Îsraîlê midaxaleyî xwepêşandanên "Meşa Vegera Mezin" ên aştiyane yên ku li sînorê rojhilat ê Xeta Xezeya dagirkirî tên lidarxistin kir û 77 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê hat dayîn da hat diyarkirin ku eskerên Îsraîlê midaxaleyî xwepêşandanên li sînorê rojhilat ê Xeta Xezeya dagirkirî tên lidarxistin kir û 31 jê bi guleyên rasteqîn 77 Filistînî birîndar kirin.

Filistînî ji 30yê adara 2018an vir va li sînorê Îsraîlê yê Xeta Xezeya dagirkirî bi navê "Meşa Vegera Mezin" xwepêşandanên aştiyane li dar dixin.

Eskerên Îsraîlê bi guleyên rasteqîn guleyan berdidin gelê sivîl ê dixwaze ku "vegere axa xwe ya jê hatiye sirgûnkirin û eblûqeya neheq a ku ji sala 2006an vir va li Xezeyê tê tetbîqkirin were rakirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE