Li Şerîeya Rojava ya di bin dagiriya Îsraîlê da bi guleyên eskerên Îsraîlê yek jê zarok 2 Filistînî hatin kuştin, 9 kes jî birîndar bûn.
Di dema serdagirtinê da di navbera hêzên Îsraîlê û Filistîniyan da xirecir derket. Eskerên Îsraîlê li dijî Filistîniyan ji xeynî xaza rondikrêj, guleyên rastîn û yên plastîk emilandin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, hêzên Îsraîlê li Kampa Penaberan a Balatayê Nadir Reyyanê 17 salî yê Filistînî kuşt, 3 kes jî birîndar kirin.
Hat diyarkirin, kurtedemek piştî vê bûyerê, li bakurê Qudsa Rojhilat li Kampa Penaberan a Qelendiyeyê Filistîniyeke din jî bi guleya eskerên Îsraîlê hat kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Filistînê da hat destnîşankirin, Filistîniya hat kuştin, Ala Şîham a 20 salî ye. Di daxuyaniyê da her wisa hat gotin ku di heman bûyerê da 6 Filistîniyên din jî bi guleyên rastîn birîndar bûn.
Şahidên bûyerê jî diyar kirin, eskerên Îsraîlê maleke li Kampa Penaberan a Balatayê dorpêç kirin, Filistîniyek binçav kirin.
AA