Eskerên Ukraynayê şandin Moskovayê

Li gor nûçeya ajansa TASSê, Ludmîla Lubînaya Rayedara Mafên Mirovî ya Qirimê der barê eskerên Ukraynayê yên ku ji hêla Rûsyayê hatibûn agahî da.

Eskerên Ukraynayê şandin Moskovayê

Rûsyayê 24 eskerên Ukraynayê yên ku di midaxeleya li Geliyê Kerçê binçav kiribûn şandin Moskovayê.

Li gor nûçeya ajansa TASSê, Ludmîla Lubînaya Rayedara Mafên Mirovî ya Qirimê der barê eskerên Ukraynayê yên ku ji hêla Rûsyayê hatibûn agahî da. Lubînayê got ku Rûsyayê esker şandine girtigîheke li Moskovayê û wiha axivî:

"Hemû eskerên Ukraynayê yên ku li deryayê wezîfedar bûn û hatin girtin niha şandine Moskovayê. Ji eskeran tu kes niha li girtîgeha Sîmferopolê nemaye."

25ê cotmehê roja yekşemê li Behra Azakê keştiyên Ukrayna û Rûsyayê hatibûn hemberî hevdu. Keştiyên Rûsyayê ji ber hinceta keştiyên Ukraynayê derbasî aliyê ava Rûsyayê bûne keştiyên wê gulebaran kiribûn û ji 3 keştiyan 24 eskerên Ukraynayê binçav kiribûn.

Mehkemeya Rûs a ku li Qirimê der barê 24 eskeran da ji bo 2 mehan biryara girtinê dabû. Ji bo eskeran bi îdiaya îxlalkirina sînorê behrê 6 sal cezayê hepsê tê xwestin.AA

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2018, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE