Eskerên Yunan gule berdan koçberan: Kuştiyek, 5 birîndar

Walîtiya Edirneyê: " 6 koçberên mêr birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Trakyayê. Lê koçberê ji singê xwe birîndar bûbû li hemberî hemû hewldanan mir."

Eskerên Yunan gule berdan koçberan: Kuştiyek, 5 birîndar

Walîtiya Edirneyê daxuyand ji ber guleyên rastîn, guleyên plastîk, bombeyên xazê, mijê û deng ên ji hêla polês û eskerên Yunanistanê va hatin bikaranîn, koçberek mir û 5 koçber jî birîndar bûn.

Walîtiyê daxuyand heyeta ji Parlamenterê Bursayê û Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a TBMMyê Hakan Çavuşoglu û 8 parlamenteran pêk tê hat bajêr ku rewşa koçberan bişopîne û agahiyan hilde.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin di saet 11.00an da dema heyeta komîsyonê li ser Deriyê Sînor a Pazarkuleyê lêkolîn dikir polês û eskerên Yunanistanê li herêma di navbera Deriyê Sînor a Pazarkuleyê û Deriyê Sînor Kastanîesê da dimîne guleyên rastîn, guleyên plastîk berdan koçberan û bombeyên xazê, mijê û deng avêtin wan.

Hat gotin 3 koçber ji lingên xwe, yek ji ranê xwe, yek ji serê xwe û yek jî ji singê xwe tevahî 6 koçberên mêr birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Trakyayê.

Walîtiyê daxuyand koçberê ji singê xwe birîndar bûbû li hemberî hemû hewldanan mir.

Hat destnîşan kirin heyet jî bû şahidê vê bûyerê, Yunanistan bombeyên xazê yên dema wan a dawîn ya bikaranînê di 1978an da qediyaye û guleyên rastîn li hemberî koçberan bi kar tîne.

Herî dawîn hat gotin Serdozgeriya Komarê ya Edirneyê der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE