Esper :Me 50 leşkerên xwe şandin cihekî din

Esper: Tirkiyê bi CENTCOM’ê re têkilî danî, me 50 leşkerên xwe şandin cihekî din

Esper :Me 50 leşkerên xwe şandin cihekî din

Wezîrê Parastinê Mark Esper diyar kir ku piştî operasyona Tirkiyê wê hejmara leşkerên Emerîkayê yên li Sûriyê neguhere. Sererkanê Emerîkî Mark Mîlley jî got: em ji qada operasyona Tirkiyê derketine û Tirkiye cihê leşkerên emerîkî dizane.

Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Mark Esper û Sererkan Mark Mîlley li wezareta parastinê civiyan.

Wezîr Esper diyar kir ew di telefonê de bi Wezîrê Parastinê Hulusî Akar re xeber daye lê ji axaftina wî tu nîşaneyên sekinandina operasyonê nedîtiye. Wezîr got: Tirkiye ji bo ewlehiya xwe ya netewî PKK û YPG’ê wek gefekê dibînê.

Esper diyar kir ji bo ku eskerên Emerîkayê di operasyonê de zirar nebînin cihê 50 leşkeran hatiye guhertin. Lê hejmara eskerên li Sûriyê dê neguhere.

Sererkan Mark Mîlley jî artêşa Tirkiyê û Fermandariya Hêzên Navendî ya Emerîkayê Centcom her tim diaxivin û hay ji hev hene. Mark Mîlley diyar kir eskerên Emerîkî ji qada operasyona Tirkiyê hatine derxistin û Tirkiyê cihê eskerên me dizane.

Mîlley got: ev herêm di nav 440 kîlometreyî de 125 kîlometre ye û Tirkiye li vê derê jî operasyonê dike.

Dîroka nûkirinê: 12 Cotmeh 2019, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE