Morales di daxuyaniya xwe ya ji ser çapemeniya civakî da ji ber pêşniyaza îlticayê spasiya Meksîkayê kir û ev gotin: "Birayên min ez ji bo ku biçim Meksîkayê derdikevim rê. Ez ji ber sedemên polîtîk ji welêt diçim û ev yek jî min diêşîne. Ez ê demek nêz da bi awayekî hêzdartir vegerim."
Wezîrê Karên Derva yê Meksîkayê Marcelo Ebrard di civîna xwe ya çapemeniyê da eşkere kiribû ku Morales pêşniyaza îlticayê ya welatê wî qebûl kir û bi balafira eskerî ya ku dê Meksîka bişîna ra Morales bînin welêt.
Di vê navberê da Meksîka yek ji wan welatan bû ku pêvajoya li Bolîvyayê ya bû sedema îstifiya Morales wekî "derbe" dinirxand.
- Qeyrana li Bolîvyayê
Li Bolîvyayê piştî hilbijartina serokatiyê ya ku di 20ê cotmehê da hat kirin mixalefetê îdia kiribû ku di hilbijartinan da "hîle" hatiye kirin û herdu aliyan bangî piştgirên xwe kiribûn ku dakevin kolanan.
Mixlaif piştî encamên hilbijartinê yên binîqaş çendî roj e dixwestin ku hilbijartin bê betalkirin û ji nû va bê kirin. Piştî ku Evo Morales ragihand ku dê hilbijartin ji nû va bên kirin mixalifan eşkere kiribûn heta hilbijartinên ku Morales beşdar nebe bê kirin dê protestoyên xwe bidomînin.
Morales eşkere kiribû ku li ser daxwaza artêşa ku midaxeleyî xwepêşandanên mixalif û çalakiyên şidetê nekir û tehdeya mixalifên bûyerên li kolanan derxistin îstifa kir.
AA