Ew ê bi saya xêrxwazan germ bibin

Komeleyê li Afrin û İdlibê li 8 hezar û 200 malan sobe û ardû belav kir

Ew ê bi saya xêrxwazan germ bibin

Komeleya Alîkariya Mirovî ya Beklenenê, li Afrin û İdlibê sobe û ardû belav kir. Saziyên sivîl ên Türkiyeyê beriya vê jî li herêmê xurek belav kiribûn. Xelkê herêmê ji bo alîkariyan spasî xêrxwazan kirin.

Ji ber şerê qirêj ê li herêmê ji cih û warên xwe bûn…

Ewên ku hinek derfetên wan hene di malên xirab de dimînin, yên ku tu tişt di destê wan de tune ye jî di konan de dijîn.

Li Afrin û İdlibê zivistanê jiyan zehmettir derbas dibe.

Lê saziyeke sivîl a Türkiyeyê, Komeleya Beklenenê gihîşt hawara wan.

Xebatkarê Dildar ê Komelaya Beklenenê Mehmet Kalay got, “Me li Afrinê, bi tenê li konbajran 3 hezar û 500 sobeyên taybet belav kirin. Li kampa Atamayê jî me hezar û 500 sobe û kon belav kirin… Ligel van, li heremê hin xanî hene ku înşeata wan di nîvê de maye; paca û deriyên wan tune ne.. Me ji wan re jî sobeyên mezin birin. “

Her sal ji konbajaran xeberên şewatê tên.

Komeleyê ji bo ku pêşî li vê yekê bigire, sobeyên taybet dane çêkirin.

“Em ji başûrê Helebê hatin vê derê. Me mal û milkê xwe li pey xwe hişt, tu tişt bi xwe re neanî. Em li vê derê koçber in… Xwedê ji wan razî be ji me re sobe anîn û hazir kirin.”

Komeleyê heta niha li tevahiya Afrin û İdlibê 5 hezar sobe; ligel vê jî 25 hezar ton ardû û 26 ton mazot belav kiriye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE