"Ew dem hat ku eskerên me vegerin malê"

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wan li Sûriyeyê DEAŞ têk bir û wiha dewam kir, "Ew dem hat ku eskerên me vegerin malê."

"Ew dem hat ku eskerên me vegerin malê"

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wan li Sûriyeyê DEAŞ têk bir û wiha dewam kir, "Ew dem hat ku eskerên me vegerin malê."

Trump li ser hesabê xwe yê Twittera medyaya civakî der heqê têkoşîna DEAŞê da daxuyanî dan.

Trump diyar kir, "Ji demeke dirêj vir ya ku em li Sûriyeyê şer dikin. Nêzî 2 salan e ez Serokê Amerîkayê me, bi rastî em ji merhaleyan derbas bûn û me DEAŞ têk bir." û wiha dewam kir, "Me DEAŞ xerab têk bir û axa paşve stendin."

Trump got, "Ew dem hat ku eskerên me vegerin malê." û daxuyand ku eskerên Amerîkayê wê vegerin welatê xwe. Trump li ser Twitterê di daxuyaniyeke din da jî wiha gotibû, "Di dema serokatiya min da me DEAŞa ku li Sûriyeyê tekane sedema me ya mayînê bû, têk bir."

Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê jî wiha gotibû, "Digel ku em di şerê DEAŞê da derbasî merhaleyeke nû bûn, me dest pê kir û eskerên Amerîkayê paşve dikşînin."

Di nûçeyên medyaya Amerîkayê ku dispartin rayedarên Karên Derva da jî hatibû îdiakirin ku Wezareta Karên Derva wê di nav 24 saetan da hemû personelên xwe yên li Sûriyeyê paşve bikşîne û eskerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê jî wê di nav 60 û 100 rojî da ji welêt vekişe.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2018, 16:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE