Ewlekariya Efrînê emanetî tevgera taybet e

Hêza Peywira Sûriyeyê ya girêdayî Serokatiya Tevgera Taybet a Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ku li Efrîna ku ji rêxistina terorê YPG/PKKyê hat safîkirin peywirê dike, aramî û ewlekariya gelê herêmê tîne cih

Ewlekariya Efrînê emanetî tevgera taybet e

Hêza Peywira Sûriyeyê ya girêdayî Serokatiya Tevgera Taybet a Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê (EGM) ku li Efrîna ji rêxistina terorê YPG/PKKyê hat safîkirin peywirê dike, aramî û ewlekariya gelê herêmê tîne cih.

Tîmên tevgera taybet ên girêdayî Hêza Peywira Sûriyeyê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ku li Efrîna ku ji rêxistina terorê YPG/PKKyê hat safîkirin peywirê dikin, li herêmê garantiya herî mezin a ewlekariyê ne.

Ekîba AAyê, dîmenên fealiyetên mensûbên tevgera taybet ku li deverê hem ewlekariya bajêr diedilînin û hem jî perwerde û piştevaniya operasyonel didin polêsê herêmî ku jê ra dibêjin "Şûrta" û ji xelkê herêmê tê bijartin, kişandin.

Di kordînasyona Serokatiya Tevgera Taybet da ji Şaxên Tevgera Taybet ên Enqere, Hatay û Gazîentabê 12 tîm hatine damezirandin ku ewlekariya polêsê herêmî û personelê ewlekariyê yê li Efrînê peywirdar tîne cih. Hêza Peywira Sûriyeyê di heman demê da di operasyonên xeternak ku şiyaneke mezin jê ra divê da peywirê hildide ser xwe.

Teşkilata polêsê herêmî ku mîna bingehê Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê hatiye damezirandin, ji 7 şaxên sereke yên bi navê "Dijeteror", "Îstixbarat", "Asayîş", "Trafîq", "Lêkolîna Ciyê Bûyerê", "Jinavbirina Bombeyê" û tîma taybet "Komandos" pêk tê.

Di vê çarçoveyê da polêsên pispor ên personelê EGMyê her yek jê di warê pisporiya xwe da perwerdeyê dide polêsên herêmî.

Personelê taybet herwiha perwerdeyê dide wan polêsan jî ku dê li herêmê di girtîgeha ku dê were çêkirin da peywirê bikin.

- Operasyonên girîng bixwe dikin

Şaxên polêsê tevgera taybet di nava bajêr da li ser kolanên sereke û li ciyên serdestî bajêr peywirê dikin û ewlekariyê tînin cih.

Tîmên tevgera taybet li Efrîna ku rêxistina terorê dixwaze cardin rabe li ser xwe, di 3 mehên derbasbûyî da rê li 2 hewldanên êrîşa xwekujiyê yên bi wesayîtên bombebarkirî va girtin û herwiha ji 100î zêdetir jî teqemeniyên destçêkirî ji navê birin.

Li dijî mensûbên rêxistinê yên ku tê texmînkirin li herêmê hebûna xwe didomînin, operasyon berdewam in.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2018, 10:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE