Ewropayê dijî penaberan 'Dîwarên Berlînê yên Nû' ava kirin

Ewropaya ku her sal hilweşîna Dîwarê Berlînê bi serbilindî bi bîr tîne ji bo rêlibergirtina penaberên ji şer û zilmê direvin dîwarên nû çêkir.

Ewropayê dijî penaberan 'Dîwarên Berlînê yên Nû' ava kirin

Ewropa bi coş 30yemîn salvegera hilweşîna Dîwarê Berlînê pîroz dike lê dîwar û sêncên têl ên ku ji bo rêlibergirtina penaberan çêkir nîşan dide ku li parzemînê şûna azadiyê sînordarkirin serdest bûye.

Li gor agahiyên ku çegihanê AAyê berhev kirin li welatên Ewropayê yên halêhazir nêzî 20î dîwar û sêncên têl hene.

Tê dîtin ku di dîwar û sêncên têl da piştî qeyrana penaberan a ku di sala 2015an da derket zêdebûneke berbiçav heye.

- "Dîwarên ku 6 qatê Dîwarê Berlînê ne hatin çêkirin"

Li gor lêkolîna saziya ramanê ya bi navê Enstîtuya Transatlantîk a ku navenda wê Hollanda ye piştî ku Dîwarê Berlîhê di sala 1989an da hilweşiya dîwar û sêncên têl ên ku li Ewropayê hatin çêkirin ji hezar kîlomêtroyî derbas bûne.

Di lêkolînê da hat gotin ku "Welatên di nav Yekîtiya Ewropayê (YE) û herêma Schengenê da ji salên 1990î vir va ji bo ku nehêlin kesên ji cihên xwe hatine kirin koçî Ewropayê bikin hezar kîlomêtro dîwar çêkirin. Ev jî rastî 6 qatî Dîwarê Berlînê ne."

Heman saziyê di raporeke xwe ya din da diyar kir ku çêkirina dîwar û sêncên têl gelekî kêrî şirketan tên, para kara vê bi qasî milyarek ewro ye.

- Li welatên YEyê "dîwar" zêde ne

Li YEya ku gelekî girîngiyê dide serbest gerîna mal û kesan û rola parêzvanê mafên mirovan hildide ser xwe tê dîtin ku bi taybetî piştî qeyrana koçê sepana dîwaran zêde bûye.

Halêhazirî li gelek welatên YEyê ji bo rawestandina kesên ji şer reviyane dîwar û sêncên têl hatine çêkirin.

Dîwarê ewil yê Ewropayê di sala 1993yan da li dora Septeya (Ceuta) ku axa Îspanyayê ya li Afrîkayê ye hat çêkirin. Dîwarê ewil ê ku 1993yan da hat çêkirin 8,4 kîlomêtro dirêj û 3 mêtro bilind bû û ji têlên bistrî pêk dihat. Piştî ku sala 2005an da gelek penaberên hewl didan ku ji sînor derbas bibin mirin hat guhertin. Bilindahiya sêncê derxistin 6 mêtroyê dirêjahî jî derxistin 11 kîlomêtroyê.

Îspanyayê dîwarê duyemîn jî dîsa ji bo rawestandina penaberan li Melîllaya sînorê wê yê bi Fasê ra çêkir.

Yewnanistana ku di nav welatên Ewropayê da bi helwesta xwe ya tund a di mijara koçê da li pêş cî digire jî di sala 2012an da li sînorê Tirkiyeyê sêncên bi têlên bistrî çêkir.

Welatekî ku li sînorê xwe yê bi Tirkiyeyê ra sêncên têl çêkir jî Bulxaristan e. Bulxaristanê di sala 2013an da 30 kîlomêtro dîwarê têl çêkir û sala 2016an da jî vê derxist 146 kîlomêtroyî.

Piştî qeyrana penaberan a ku di sala 2015an da zêde bû jî di nav welatên YEyê da dîwar zêde bûn.

Macaristana ku li YEyê bi helwesta xwe ya dijberê penaberan navdar bû piştî qeyranê yek ji wan welatan e ku pêşî dest bi xebatê kir.

Macaristanê li Kelebiaya di navbera herêmên Bacs-Kiskun û Csongradê ya li sînorê Sirbistanê sêncên têl ên bijîlet çêkir.

Piştî Macaristanê Awistiryayê li sînorê xwe yên Slovenyayê dîwar çêkir. Awistiryayê di sala 2016an da li sînorê xwe yê bi Îtalyayê ra dîwar çêkir.

Slovenyayê jî li sînorê xwe yê bi Xirvatistanê ra sênceke têl a 150 kîlomêtro dirêj û 2 mêtro bilind çêkir.

Ji welatên Ewropaya Bakur Estonya di sala 2015an da li sînorê Rûsyayê dîwar çêkir û piştî wê Letonya û Lîtvanyayê jî dîwar çêkirin.

Fransa û Îngilistanê jî biryar dan ku "Dîwarê Calaîsê" yê ku li sînorê di navbera xwe da 2016an da çêkirin bi hev ra fînanse bikin.

Danîmarkayê jî 2019an da li sînorê Almanyayê bi armanca "astengkirina berazên kovî" sêncên têl çêkir û bi saya vê jî rê li ber penaberan girt.

- Makedonyaya bakur û Norwêcê jî dîwar çêkir

Makedonyaya Bakur jî 2015an da li sînorê Yewnanistanê sêncê têl çêkiribû.

Norwêca ku welatê YEyê nîne lê di nav herêma Schengenê da cî digire jî 2016an da li sînorê xwe yê bi Rûsyayê ra ji bo nehêle ku ji Rojhilata Navîn penaber bikevin Ewropayê dîwar çêkir.

- Cihên dabeşbûnê yên nû yên Ewropayê

Ewropa her sal bi coşeke mezin salvegera hilweşîna Dîwarê Berlînê pîroz dike lê dîwar û sêncên têl ên ku ji bo rêlibergirtina penaberan çêkir nîşan dide ku li parzemînê şûna azadiyê sînordarkirin serdest bûye.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE