"Ez bawerim Tirkiye û Rûsya wê bi hev ra ewlehiya Avrasyayê xurt bikin"

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn: "Ez bawerim Tirkiye û Rûsya wê bi hev ra ewlehiya Avrasyayê xurt bikin."

"Ez bawerim Tirkiye û Rûsya wê bi hev ra ewlehiya Avrasyayê xurt bikin"

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ji bo pîrozkina sersalê peyamek ji Serok Recep Tayyîp Erdogan ra şand û got: "Ez bawerim Tirkiye û Rûsya wê bi hev ra ewlehiya Avrasyayê xurt bikin."

Şaxa Çapemeniyê ya Kremlînê daxuyand Putîn ji Erdogan ra peyameke pîrozbahiyê ya sersala nû şand.

Putîn di peyama xwe de ji ber hevkariya di navbera Tirkiye û Rûsyayê da kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Di Santrala Hêza Nukleer ya Akkuyuyê da înşaeta unîteya ewil dest pê kir. Di qismê behrê ya xeta boruya xazê ya Turkakimê da jî înşaet temam bû."

Der barê têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê da Putîn got planên nû tên çêkirin û wiha dewam kir: "Bi hevkariya Moskova û Enqereyê li Sûriyeyê di tekoşîna dijî terorê û pêvajoya siyasî da gavên bibiryar tên avêtin. Ez bawerim ku Tirkiye û Rûsya wê bi hev ra ewlehiya Avrasyayê xurt bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE