"Ez bûma min peymana nukleerê îmze nedikir"

Serokomarê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedînejad: "Peymana nukleerê peymaneke wisa bû ku ji hin teahudên yekalî pêk dihat. Vê peymanê ji bo tu aliyî tiştekî muhîm di nav xwe da nedihewand."

"Ez bûma min peymana nukleerê îmze nedikir"

Serokomarê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedînejad diyar kir ku ew peymana nukleerê ya di sala 2015an da di navbera Îran û welatên 5+1î da hatibû îmzekirin di nav xwe da teahudên yekalî dihewand û wiha pê da çû: "Heke ez bûma min teqez îmze nedikir."

Ehmedînejad ê ku berî Hesen Rûhanî li Îranê di salên 2005-2013an da 2 heyaman serokomarî kiribû daxuyanî da nûçegihanên AAyê û mijarên wek siyaseta derva ya rêveberiya Tehranê, rûdanên li herêmê pêk tên û peymana nukleerê ya Îranê îmze kiribû nirxand û der heqê van meseleyan da fikr û ramanên xwe anîn ziman.

Li ser mijara hevdîtina bi Amerîkayê ra ku ji bo peymana nukleerê dixwazin bê kirin jî Ehmedînejad fikrên xwe parve kir û got ku ew yek divê di çarçoveya edaletê da li gor rê û rêzikên hev û naskirina hiqûqa fermî ya aliyan va bê kirin lewra peymana yekalî ji bo demeke kurt bê kirin jî ji bo demeke dûr û dirêj wê bi ser nekeve.

- "Heke ez bûma min peymana nukleerê teqez îmze nedikir."

Ehmedînejad peymana nukleerê ya ku ji hêla hikûmeta Rûhanî va hatiye îmzekirin rexne kir û got: "Peymana nukleerê peymaneke wisa bû ku ji hin teahudên yekalî pêk dihat. Vê peymanê ji bo tu aliyî tiştekî muhîm di nav xwe da nedihewand. Ew rêgezên li serê axaftin dihatin kirin jî rast nebûn. Heke mirov mijarê li ser bingehên xelet damezrîne wê demê encamên guncaw jî bi dest naxe. Heke ez bûma min peymana nukleerê teqez îmze nedikir."

Ehmedînejad der barê îdiayên ku dibêjin peymana nukleerê rê li ber tifaqa kurewî ya hemberî Îranê girt da got ku rêveberiya Washîngtonê jî di nav da hevdîtinên bi aliyekî ra bên kirin da tu pirsgirêk tuneye lê hevdîtineke ku armanca wê tunebe bi kêrî tu aliyî nayê.

- "Amerîka û Îran dikarin bibin xwedî têkiliyên dostane"

Serokomarê Îranê yê berê bangî Tehran û Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku bila ew li gotubêjên şer red dikin û dostaniyê ava dikin, xwedî derkevin.

Di axaftina xwe da Ehmedînejad got ku ew li dijî şerê bi her awayî ye û derfetên ji bo hevkariyê her tim ji yên neyartiyê zêdetir in û wiha domand: "Amerîka û Îran dikarin têkiliyên dostanî ava bikin. Heke em anket û yan jî referandumekê li dar bixin em ê bibînin ku mirov wê aştî û edaletê hilbijêrin. 7 milyar û 500 milyon însanên li ser rûyê dinyayê dijîn vê dixwazin."

- "Pirsgirêk heke bi çekan hel bibûna heta niha ji zû da çareser bibûn"

Ehmedînejad ragihand ku li gor qinaeta wî divê çek bi tevahî ji holê bên rakirin û hemû pirsgirêk bi hevdîtin û gotûbêjê bên çareserkirin û wiha pê da çû: "Pirsgirêk heke bi çekan hel bibûna heta niha ji zû da hel bibûn. Heke şer û pevçûn nebin fabrîqeyên çekan ên li ser rûyê dinyayê niha ji zû va top avêtibûn. Divê em li ser pirsgirêka çekan bisekinin. Tiştekî pir xerab e ku yek nanê xwe ji çekan qezenc bike. Bi qadên wekî çandinî, pîşesazî, otomotîv û mijarên din ra eleqedar bibe û rihetiya mirovan zêde bike."

- "Divê em bi Tirkiye û cîranên xwe yên din ra dest bidin hev û bi hev ra tevbigerin"

Serokomarê Îranê yê berê got: "Lixwekirin, xwarin, kevneşopî û edetên me yek in. Tirkiye, Iraq, Azerbeycan, Tirkmenistan, Efxanistan, Pakistan û welatên Kendava Besrayê û Îran ji bo pêşketinê mihtacî hev in. Dema ji wan yek winda bike yê din bi ser nakeve lewra em girêdayî hev in. Divê em bi Tirkiye û cîranên xwe yên din ra dest bidin hev û bi hev ra tevbigerin. Têkiliyên Tirkiye û Îranê her tim bi dostanî dewam dikin lê ji bo ku herdu welat bên hemberî hev gelek hewl tê dayîn."

- "Li Sûriyeyê heta niha tu aliyê ku tiştek qezenc kiriye, tuneye"

Ehmedînejad şer, alozî û rewşa ku hê jî li Sûriyeyê dewam dike nirxand û wiha pê da çû: "Li Sûriyeyê heta niha tu aliyê ku tiştek qezenc kiriye, tuneye. Ji bo daxwazên gelê Sûriyeyê biçin serî divê em bibin alîkar û yên mayî zirar in. Her mirovê ku tê kuştin zirar e. Dema em ji bo lihevkirinê bicivin tu zirareke me tuneye. Li ser rûyê dinyayê her mirov dengek e em bihêlin bila mirov bi azadî tercîha xwe bikin."

Di axaftina xwe da ji bo tevlî siyasetbûnê Serokomarê Îranê yê berê Ehmedînejad got ku ew êdî daxilê siyasetê nabe lê ew tabiyê nêrîna gel in.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 14:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE