Serokê Amerîkayê Joe Bîden diyar kir ku Amerîkayê di demeke nêz da eskerên xwe bişîne welatên NATOyê yên li Ewropaya Rojhilat.
Bîden eyaleta Pîttsburgê ziyaret kir û piştî ziyaretê dema vedigeriya Washîngtonê daxuyanî da rojnamevanan û rageşiya li sînorê Ukrayna û Rûsyayê nirxand.
Rojnamevanan pirsî ku gelo ew ê kînga eskerên Amerîkayê bişînin Ewropaya Rojhilat, li ser vê Bîden got, "Ez ê di demeke nêz da eskerên Amerîkayê bişînim welatên NATOyê yên li Ewropaya Rojhilat."
John Kîrbyyê Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) di 24ê rêbendanê da daxuyanî dabû û diyar kiribû ku dema lazim bike Hêza Miqabeleyê ya NATOyê were çalakkirin ew ê ji bo piştgiriyê 8 hezar û 500 eskerî amade bikin.AA