"Ez hê jî zarokên xwe di xewna xwe da dibînim"

Dayika Srebrenîtsayê wê di merasima 11ê tîrmehê da mêrê xwe û kurê xwe defin bike

"Ez hê jî zarokên xwe di xewna xwe da dibînim"

 Mewlîda Hukîca 74 salî ya 3 kurê wê, mêrê wê û 2 birayên wê di Tîrmeha 1995an da di komkujiya li rojhilatê Bosna Hersekê li Srebrenitsayê hatibin kuştin wê di merasima cinazeyê ya komî ya 11ê tîrmehê da mêrê xwe Hajdîn û kurê xwe Sejad defin bike.

Di 27emîn salvegera komkujiya ku wek trajediya herî mezin a mirovahiyê tê binavkirin da merasima cinazeyê ya komî wê çêbibe.

Hukîcaya amadehiya definkirina mêrê xwe û kurê xwe dike got salên çûyî wê kurekî xwe li Goristana Abîdeyê ya Potoçariyê defin kiriye.

Hukîcayê got hestiyê kurê wê yê herî biçûk yê di komkujiyê da hatiye kuştin hê jî nehatine dîtin, 27 sal e ew her roj dermanan dixwe ku li ser piyan bimîne û ew dema veqetandinê ya bi mêrê xwe û kurê xwe ra tu carê ji bîr nake.

"Ez hê jî zarokên xwe di xewna xwe da dibînim"

Hukîcê got wê zarokên xwe gelekî baş xwedî kiribû û wiha axivî: "Meriv heyranên wan bûn. Piştî ew hatin kuştin min tim ew di xewna xwe didîtin. Ez hê jî zarokên xwe di xewna xwe da dibînim û digirîm. Mezinkirina zarokan ne hêsan bû, lê niha tune ne. Xwedê çiqas emir bide û ez ê bijîm nizanim. Du birayên min jî li Bratunacê hatin kuştin. Diya min ji ber xemginiyê mir. Ez ji kesî nefretê nakim, lê wek Misilmanekê ji Xwedê dixwazim ku ew kujer çi heq dikin Xwedê bide wan. Her çi bibe jî em mecbur in bi hev ra bijîn. Hêvî dikim dîsa heman tişt çênebin û aştî çêbibe."

Hakîcê anî ziman ew hêvî dike kurê xwe Samîr bibîne û wiha dewam kir: "Herî dawîn min di xewna xwe da kurê xwe Sejadê wê bê definkirin dît. Di xewna min da dema ku ez ê biketama malê min dît ku ew di binê pêlekanan da xwe vedişêre. Min jê pirsî ka ew li wir çi dike, lê ez ji nişkêva hişyar bûm û min dest bi girî kir."

Îsal di 11ê tîrmehê da bi merasimeke bibîranînê û cinazeyê wê çêbibe û 50 qurbaniyên komkujiyê wê bên definkirin.

Li Srebrenîtsayê çi bû?

Di 11ê Tîrmeha 1995an da yekîneyên Sirp ên di fermandariya Ratko Mladîç da Srebrenîtsa dagir kirin, Boşnaqên sivîl ên xwe sipartin eskerên Hollandayê yên di bin banê Neteweyên Yekbûyî da piştî demekê ew teslîmî Sirpan kirin.

Sirpan destûr dan ku jin û zarok derbasî herêmên di kontrola eskerên Boşnaq da ne bibin, herî kêm 8 hezar û 372 mêrên Boşnaq di daristan, fabrîqe û depoyan da qetil kirin. Cinazeyên Boşnaqan ên qetilkirin jî xistin gorên komî.

Piştî şer xebatên lêgerînê hatin kirin, cinazeyên nasnameya wan tên tesbîtkirin jî her sal di 11ê Tîrmehê da li Goristana Abîdeyê ya Potoçariyê tên definkirin.

Di Goristana Abîdeyê ya Potoçariyê da merzelê 6 hezar û 671 qurbaniyên komkujiyê hene.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE