“Ez her roj digirîm, tu lehzeyek jî ji bîra min naçî”

Dayika ku terorîstan keçika wê xapand, dest bi nobedê kir

“Ez her roj digirîm, tu lehzeyek jî ji bîra min naçî”

Dayika Diyarbekirê ya li Berlînê, ji bo keça xwe dest bi nobedê kir. Keça Maîde xanimê, bi destê rêxistina terorî hatiye xapandin. Ew dibêje, heta ez bigihîjim qîza xwe, ez ê nobeda xwe bidomînim.

Di meha Kanûnê de ji bo TRT Haberê xeber dabû, gotibû rêxistina terorî keçika min revandiye.

Maîde xanimê gotibû; ji bo ez bigihêm ewlada xwe, dê her tiştî bikim.

Dayika Diyarbekirê, li Berlînê dest bi nobedê kir.

Maîde xanim:”tu hem jiyana xwe perîşan dikî, him jî kezeba me diperitînî. Piştî çûyîna te jiyan li min herimî, gelo haya te jê heye? ez her roj digirîm, tu lehzeyek jî ji bîra min naçî.”

Maîde xanim li bendê ye ku fena dayikên Diyarbekirê, ew jî bigiha qîza xwe: “Çi hewce be ez ê bikim, ger bivê ez ê herim parlamentoyê. Çi lazim be ez texsîr nakim. Heta keça min vegere ez ê vê micadeleyê bikim.”

Di destê wê de dovîzek heye, li ser dinivîse; ez keça xwe ji PKK’ê dixwazim. Dayika Diyarbekirê ji Serokwezîr Merkel û Wezîrê Karên Navxweyî Horst Seehofer destek xwest.

Dayika dilşewat, bangî dayikên din ên li Ewropayê kirin ku terorê ew revandine. Maide xanimê got; “werin mîna Dayikên Diyarbekirê em pişta hev bigrin û dewa zarokên xwe bikin.”

Maîde, heta bigihê keça xwe, her În, berêvarê saet di 4 û 5an de wê nobeda xwe bidomîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE