"Ez hêvîdarim Amerîkayî fêm bikin ku rêya li ber wan şaş e"

Îranê bangawaziya "rastkirina helwestê" li DYAyê kir

"Ez hêvîdarim Amerîkayî fêm bikin ku rêya li ber wan şaş e"

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî destnîşan kir ku helwesta Amerîkayiyan ya li Kendava Besreyê şaş e û daxwaz kir ku rêveberiya Washingtonê helwesta xwe biguherîne.

Rûhanî anî ziman ku daxistana rageşiyê li herêmê dê di berjewendiya hemî aliyan de be û wiha got, "Ez hêvîdarim Amerîkayî fêm bikin ku rêya li ber wan şaş e. Dê serkeftiyê van polîtîkayan çênebe û pêdivê helwesta xwe rast bikin."

Serokomar Rûhanî bibîr xist ku Îran giringiyeke taybet dide teqwiyekirin û parastina Kendava Besreyê, Geliyê Hurmuzê û Deryaya Ummanê û tekezî li wê yekê kir parastina asayişê li herêmê, dê di berjewendiya hemî aliyan de be.AA

Dîroka nûkirinê: 12 Tebax 2019, 12:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE