F-35an li Iraqê êrîş kir

Hêzên Esmanî yên Amerîkayê daxuyand ku li Iraqê bi F35Ayê va li hedefên DEAŞê xist

F-35an li Iraqê êrîş kir

Hat ragihandin ku Amerîkayê jetên xwe yên F35Ayê cara ewil li herêma Geliyê Dole Şayiyê ku dikeve bakurê Iraqê li dijî hedefên DEAŞê xebitand.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Baregeha Esmanî ya Hillê ku li eyaleta Utahê ye û girêdayî Hêzên Esmanî yên Amerîkayê ye, hêzên koalîsyona dijî DEAŞê li bakurê Iraqê êrîşî hedefên DEAŞê kirin û di êrîşan da du jetên şer ên F-35Ayê hatin xebitandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku du jetên F-35Ayê sewqî Rojhilata Navîn kirin û ev jet di êrîşên ku koalîsyona dijî DEAŞê birin ser herêma Geliyê Dole Şayiyê ku dikeve navbera Kerkûk û Diyalayê da hatin xebitandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di van êrîşan da jetên F-35Ayê cara ewil wezîfeya şer pêk anîn û jetan fuzeyên "Muhımata Tearûza Hevpar" (JDAM) bi kar anîn û li ser çiyayên Hemrînê tunel û depoyên DEAŞê bombebaran kirin.

Li gor daxuyaniyê jet di 15ê nîsanê da şandin Baregeha Esmanî ya El Zafrayê ya li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb.

Koalîsyona dijî DEAŞê jî daxuyandibû ku wan li herêma navborî êrîşî baregehên DEAŞê kir.

Amerîkayê berê jî li Efxanistanê bi F35Bya ku di cî da rasterast bilind dibe û datîne va êrîş kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Gulan 2019, 12:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE