F-35ên Îngiliz li Sûriye û Iraqê ji bo wezîfeyê rabûn

Balafirên şer ên F-35ê ku Îngiltereyê li balafirgeha Kibrisê heşidandine, li ser Sûriye û Iraqê firîn

F-35ên Îngiliz li Sûriye û Iraqê ji bo wezîfeyê rabûn

Balafirên şer ên F-35ê ku Îngiltereyê li balafirgeha Kibrisê heşidandine, li ser Sûriye û Iraqê dest bi firînê kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îngiliz, 6 balafirên şer ên F-35ê ku Îngiltereyê di meha gulanê da li balafirgeha Akrotîriyê ya li Kibrisê heşidandin, li ser Sûriye û Iraqê 14 caran firîn.

Hat gotin ku balafir ji bo operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê seba îstixbaratê firîn, di wezîfeya firînê da çek lê barkirî bû, lê tu êrîş nekirin.

Îngiltere plan dike ku bi tevahî 138 F-35an bikire, heta niha 17 balafir teslîm hildane. Tê gotin ku Îngiltere wê balafirên modela F35Byê ku dikarin wek firokeyan daynin, wê di meha cotmehê da test bike.

Uçak gemisinin ve F-35'lerin 2021 yılı itibariyle birlikte operasyon seviyesine ulaşması hedefleniyor.

Tê hedefkirin ku F-35 ji sala 2021an pê va derkevin operasyonan.AA

Dîroka nûkirinê: 25 Hezîran 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE