Facebook dê heta rêbendana 2023yan hesabê çapemeniya civakî yê Trump girtî bihêle

Facebook dê heta rêbendana 2023yan hesabê çapemeniya civakî yê Trump girtî bihêle

 Facebooka platforma parvekirina civakî ya navend Amerîka ye ragihand ku hesabên Facebook û Instagramê yên Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yê berê yên ku hatibûn girtin dê heta 7ê rêbendana 2023yan neyên vekirin. 

Di daxuyaniya nivîskî ya ji ser malpera şirketê da hat ragihandin ku heke "xetereya ewlehiya kamuyê" ya Trump kêm bibe encax dê piştî 7ê rêbendana 2023yanbikare vegere hesabên xwe yên çapemeniya civakî. 

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin dê beriya dîroka navborî dîsa li ser hesabên Trump bisekinin ka xetere ne yan na û wiha hat gotin: "Heke bê tesbîtkirin ku ji bo ewlehiya kamuyê hê jî xetereyeke cidî ye em ê sînordarkirinê demeke din dirêj bikin û heta ku ev xetere kêm bibe dê nirxandinê bidomînin."

Dotira roja piştî rasera Kongreyê ya ku li Amerîkayê di 6ê rêbendanê da hat kirin û bû sedema mirina 5 kesan Facebookê û Instagramê bi hinceta ku "Bi awayekî bêbingeh îdiaya hîle tevî hilbijartinên Serokatiyê yên 3yê Sermaweza 2020î kirine belav kiriye û aliyan teşwîqê şidetê dike" "bêmawe" hesabên Trump girtibûn. 

Mark Zuckerbergê avakerê Facebookê gotibû ku "Em wisa bawer dikin ku gelek xetereyên wê heye ku em destûrê bidin ku Serok di vê heyamê da xizmeta me biemilîne."

Paşê Twîtter, Snapchat û YouTubeyê jî biryar dabûn ku hesabên Trump mayînde asteng bikin. 
 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE