Facebookê hesabê Danîmarkayiyê Qur'ana Pîroz şewitandibû da sekinandin

Facebooka malpera medaya civakî hesabê Rasmus Paludanê serokê Stram Kursê yê ku li Danîmarkayê Qurana Pîroz şewitandibû da sekinandin

Facebookê hesabê Danîmarkayiyê Qur'ana Pîroz şewitandibû da sekinandin

Facebooka malpera medaya civakî hesabê Rasmus Paludanê serokê Stram Kursê yê ku li Danîmarkayê Qur'ana Pîroz şewitandibû da sekinandin.

Li gor agahiyên hatin sitandin, Rasmus Paludanê rastgirê tundrew ê ji bo beşdarî hilbijartinê bibe dest pê kir îmze kom kir û ji bo ku qasî têrê îmzeyan kom bike heqaret li mislimanan û Îslamê kir, li taxên lê Misliman dijî Qur'ana Pîroz şewitand û îmzeyên xwe temam kir. Rasmus Paludan daxuyanî da medyaya Danîmarkayê diyar kir ku hesabê wî yê Facebookê dane sekinandin.

Paludan got ji ber ku li ser hesabê xwe yê Facebookê wêneyekî heqaretê li Mislimanan dike parve kiriye hesabê wî hatiye sekinandin.

Peter Munsterê Direktorê Ragihandinê yê Nordikê yê Facebookê jî daxuyanî da medyaya Danîmarkayê û piştrast kir ku mijar rast e, rêgezên Facebookê ji bo her kesî wekhev in.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE