Facebook û Instagramê hesabên artêşa Myanmarê qedexe kir

Di daxuyaniya Facebookê da hat gotin qedexeyên berê yên li ser hesabên artêşa Myanmarê hatin berfirehkirin û hesabê Instagramê jî êdî hat qedexekirin.

Facebook û Instagramê hesabên artêşa Myanmarê qedexe kir

 Platformên medyaya civakî Facebook û Instagramê hesabên artêşa Myanmarê ya ku bi darbeyê dest da li ser welêt qedexe kir.

Di daxuyaniya Facebookê da hat gotin qedexeyên berê yên li ser hesabên artêşa Myanmarê hatin berfirehkirin û hesabê Instagramê jî êdî hat qedexekirin.

Hat gotin rûpelên reklamên ticarî yên bi rêvebiriya eskerî ra eleqedar in jî hatin qedexekirin.

Facebookê di 21 Sibatê da rûpela enformasyonê ya fermî ya artêşa Myanmarê "Ekîba Agahdarkirina Nûçeyên Rast a Tatmadawê" jê biribû.

Li Myanmarê darbeya eskerî

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribû û saelekê rewşa derasayî îlan kiribû.

NY û YE di serî da gelek sazî û welatan derbe şermezar kiribû. Tirkiyeyê jî bi awayekî tund ev derbe şermezar kiribû, li hemberî welatên Amerîka, Kanada û Îngiltereyê yên ku di derbeyê da tiliya wan heye biryarên mueyîdeyê hildabû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE