facîeya ferîbotê ya li Mûsilê:hejmara miriyan derkete 116an

Kazim Selmanê Midûrê Parastina Sivîlan a Iraqê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku cesedê hin kesên di qezaya 21ê adara ya li Mûsilê da winda bibûn hatin dîtin.

facîeya ferîbotê ya li Mûsilê:hejmara miriyan derkete 116an

Li Mûsila bajarê Iraqê meha borî ferîbotê qeza kiribû, hejmara kesên ku di facîeya ferîbotê da mirin gihîşte 116an.

Kazim Selmanê Midûrê Parastina Sivîlan a Iraqê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku cesedê hin kesên di qezaya 21ê adara ya li Mûsilê da winda bibûn hatin dîtin.

Selman destnîşan kir ku cesedê hin kesên di qezaya ferîbotê da winda bibûn li Şora bajaroka Mûsilê hatin dîtin û ev dera gelekî dûrî ciyê qezayê ye.

Selman got hingî qeza çêbûye hetanî nika cesedê 116 kesan ji çêm derxistin, 33 kes jî di dema facîeyê da hatibûn xilaskirin.

Rayedarên ji Iraqê herî dawîn di 22yê adarê da hejmara miriyan wekî 100 eşkere kiribûn.

Ekîba ji 20 xozneberan pêk tê ya Fermandariya Hêzên Behrê yên Tirkiyeyê ji bo lêgerîn û xilaskirina kesên winda bibûn di 29ê adarê da gihîştibû Mûsilê.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yê ekîban li Çemê Dicleyê dewam dikin.AA

Dîroka nûkirinê: 16 Nîsan 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE