Fauci: "Me ji 615 hezarî zêdetir kes winda kir "

Serşêwirmendê Tenduristiyê yê Qesra Spî xwest ku ji bo mamosteyan aşî mecburî be

Fauci: "Me ji 615 hezarî zêdetir kes winda kir "

Dr. Anthony Fauciyê Serşêwirmendê Tenduristiyê yê Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Dîrektorê Enstîtûya Nexweşiyên Şofî û Alerjiyê ya Neteweyî ya Amerîkayê got ji bo ku zarok bên parastin divê mamoste mecburî aşîya Kovîd-19ê bibin.

Faucî daxuyanî da televizyona MSNBCyê û wiha got: "Me ji 615 hezarî zêdetir kes winda kir Di havînê da dema dibistan vedibin em ê di nav pêleke mezin da cih bigirin, rewş pir xirab e."

Faucî got eyalet û rêvebiriyên herêmî wê verastkirinên qanûnî yên der barê aşiyê da bikin, piştî demeke kin Daîreya Xurek û Derman a Amerîkayê aşiyên Kovîd-19 pesend kir jî aşîkirina mecburî wê belav bibe.

 Di nav zarokan da Kovîd-19 belav dibe

Li Amerîkayê di nav hefteyekê da 94 zarok bi vîrusa Kovîd-19ê ketin ku li gor hefteyek berê rêje ji sedî 34 zêde bû.

Akademiya Pedîatriyê ya Amerîkayê jî hefta borî daxuyandibû ku li welêt ji pêketiyên nû jê ji sedî 15 zarok in.

Pispor dibêjin herî zêde zarok Kovîd-19ê bi rehetî derbas dikin.

Li 43 eyaletên Amerîkayê hejmara zarokên ji ber vîrusê mirine di navbera ji sedî 0 û 0,26e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE