Felaketa bagera Florenceyê ya ku bi ser Amerîkayê ra tê

Li qeraxa rojhilatê welêt ji bo bagera Florenceyê ya dibêjin dibe ku bagera herî mezin a di van salên dawîn da li Amerîkayê rabûye amade ne, li bendê ne ku bager roja şemiyê bidihîje bejayê

Felaketa bagera Florenceyê ya ku bi ser Amerîkayê ra tê

Li qeraxa rojhilatê welêt ji bo bagera Florenceyê ya dibêjin dibe ku bagera herî mezin a di van salên dawîn da li Amerîkayê rabûye amade ne, li bendê ne ku bager roja şemiyê bidihîje bejayê.

Bagera Florenceyê li Okyanusa Atlasê wekî bahoza torpîk rabû paşê vegeriya bagereke asta 2yan. Tê texmînkirin ku bagera Florenceyê bibe bagera herî mezin û zirareke mezin bide Amerîkayê.

Li gor texmînên dawîn dibe ku bager roja şemiyê bigihîje beja, lehiyên 50-100 santêmî rabin, bilindahiya pêlên behrê bigihîje 4 mêtreyan û li 112 kîlomêtre dûrî Florenceyê jî bibe sedema rabûna bayê.

Carcaran leza bagerê di saetekê da digihîje 177 kîlomêtreyî, waliyên eyaletên Carolînaya Bakur, Carolînaya Başûr û Vîrginyayê hefteya borî rewşa acil îlan kiribûn.

Tê gotin heke bager rasterast li beja bixe dibe ku ba rabe û şilî bibare ji ber vê jî li eyaletên Vîrgînya, Georgîayê û Washîngtona paytext lehî rabe ji bo vê jî li van deran jî rewşa acil hat îlankirin.

Ji bo texliyekirina 1,7 milyon kesên li Carolînaya Bakur, Carolînaya Başûr û Vîrginyayê dijîn destûr hat dayîn. Di daxuyaniya navenda Meteorolojiyê ya Neteweyî da hat gotin dibe ku bager bibe sedema bahozên tropîk û 10 milyonî zêdetir kes di tesîrê da bimînin.

Rayedaran destnîşan kirin ku li Carolînaya Bakur û Carolînaya Başûr dibe ku trafoyên ceyranê zirarê bibînin û 3 milyon kes bê ceyran bimînin. Rayedaran gotin dibe ku temîrkirina trafoyan çend hefteyan liberxwe bide.

Li gor pisporan dibe ku bager bi qasî 170 milyar dolarî zirarê bide 759 hezar xaniyên li xeta Carolînaya Başûr-Vîrgînyayê.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2018, 16:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE