Fermandarê Tevgera Cîhada Îslamî Ebul Ata di êrîşa Îsraîlê da hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrîşî ser mala Beha Ebul Atayê ji fermandarên Seriyeyên Qudsê ya şaxa Cîhada Îslamî bû, kirin

Fermandarê Tevgera Cîhada Îslamî Ebul Ata di êrîşa Îsraîlê da hat kuştin

Hat ragihandin ku Beha Ebul Atayê ji fermandarên Seriyeyên Qudsê ya şaxa Cîhada Îslamî di êrîşeke li ser maleke Xezeya dorpêçkirî hat kirin da, can da.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got: Di êrîşa ku tevlî Şîn Bet a Servîsa Veşartî ya Îsraîlê bir serî da me Beha Ebul Atayê ji fermandarên Seriyeyên Qudsê ya şaxa Cîhada Îslamî wek hedef girt."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku pesendkirina êrîşê bi destê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû va hat kirin û wiha hat domandin: "Ebul Ata kar û xebatên Cîhada Îslamî ya li Xezeyê dibir serî, ew mîna bombeya saeta wê eyarkirî bû û rasterast beşdarî operasyonên ku eskerên Îsraîlê û welatiyên wê hedef digirtin bûye."

- Seriyeyên Qudsê kuştin piştrast kir

Seriyeyên Qudsê jî daxuyaniyeke nivîskî weşandin û tê da piştrast kirin ku Ebul Ata di êrîşê da hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber vê êrîşê wê bersiveke ku Îsraîlê bihejîne bê dayîn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrîşa li ser Ebul Ata hat kirin da jinek jî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE