Serokê Amerîkayê Donald Trump telîmat dabû ku bila hemû piştevaniya darayî ya di hêla alîkariyên mirovahî da Amerîka dide Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) bê sekinandin û ev biryar ket rewacê. Rayedarên Filistînî jî ji ber vê tevgerê bertek nîşanî Amerîkayê dan.
Wezîrê Karên Derva yê Filistînê Riyad el-Malikî daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku rêveberiya Fiilistînê wê li hemberî rêveberiya Amerîkayê li ber xwe bide û UNRWA jî heta ku pirsgirêka penaberên Filistînî neyê helkirin wê hebûna xwe bidomîne.
Malikî got ku birayara Amerîkayê ya polîtîkaya zordestiyê wê ji hêla gelek welatan va bê rexnekirin û rêveberiya Filistînê jî ji bo parastina UNRWAyê wê bi Urdinê ra bixebite.
Di daxuyaniya xwe da Malikî bangî wezîrên karên derva yê welatên Ereb kir û jî wan xwest ku bila ji bo parastina UNRWAyê demildest hewl bidin.
- Biryara Amerîkayê li dijî qanûnên navneteweyî ye
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgarî ya Filistînê (RRF) Saîb Ureyqat jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku alîkariyên darayî yên ku Amerîkayê ji UNRWAyê birî li dijî biryara NYyê û qanûnên UNRWA li ser hat avakirin e.
Hemasê jî di daxuyaniya xwe da bertek nîşan da û ragihand ku Amerîka bi vê biryarê dixwaze rê li ber vegera penaberên Filistînî bigire û wî heqê di destê Filistîniyan da bi tevahî ji holê rake.
Amerîkayê biryar da ku di qada darayiyê da 365 milyon dolar alîkariya dida UNRWAyê bi tevahî bide sekinandin.
AA