Filistîn û Fransayê peyman îmze kir

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Filistînê Malikiyê ku di çarçoveya temasên fermî da Parîsa paytextê Fransayê ziyaret kir bi Le Drîanê hevtayê xwe yê Fransayê ra hat ba hev.

Filistîn û Fransayê peyman îmze kir

Riyad Malikiyê Wezîrê Karên Derva yê Filistînê û Jean-Yves Le Drîanê Wezîrê Karên Derva yê Fransayê di navbera herdu dewletan da çend peyman îmze kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Filistînê Malikiyê ku di çarçoveya temasên fermî da Parîsa paytextê Fransayê ziyaret kir bi Le Drîanê hevtayê xwe yê Fransayê ra hat ba hev.

Hat ragihandin ku herdu wezîran di hevdîtinê da peymanên li ser perwerde, budçe, hevkariya ademî merkeziyetê, rêveberiya herêmî, parastina sivîlan, hawirdor, av, pêşxistina sektora taybet û çandiniyê îmze kirin.

Li gor daxuyaniyê, Le Drîan diyar kir ku welatê wan li ser çareseriya dudewletî ye, Quds paytextê herdu welatan e û ew ê piştgiriyê bidin dewleta Filistînê ya serbixwe ya ku sînorên wê yên ewledar hene û tê naskirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE