Filistîn ji bo endamtiya NYyê wê serî lê bide

Wezîrê Karên Derva yê Filistînê Riyad el Malikî got ewê di nav çend hefteyan da ji bo endamtiya tam wê serî li Neteweyên Yekbûyî bidin

Filistîn ji bo endamtiya NYyê wê serî lê bide

Wezîrê Karên Derva yê Filistînê Riyad el Malikî got li rojên pêş me ewê ji bo endamtiya tam wê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin.

Li Navenda Giştî ya NYyê Filistîn bû serokê Koma G77+Çînê ya ku ji welatên pêşva diçin pêk tê. Piştî ku Filistînê serokatî bi dest xist Malikî daxuyanî da rojnamevanan.

Malikî got dema ew ji bo endamtiya NYyê serî lê bidin Amerîka wê serlêdana Filîstinê qebûl neke, lê dîsa jî ewê rê li ber wan negre û ewê serî li NYyê bidin.

Malikî anî ziman ewê di nav çend hefteyan da ji bo endamtiya tam serî li NYyê bidin.

193 endamên Neteweyên Yekbûyî hene ku Filistîn di nav wan da tune.

Filistîn di NYyê da wek "dewleta çavdêr a ne endam e" xwedî statu ye. Ji bo ku bibe endam divê ewil Konseya Ewlehiya NYyê vê qebûl bike, paşê ev di Lijneya Giştî ya NYyê da bê axaftin û ji bo vê ray bên dayîn. Lê Amerîka endamê daimî ya Konseya Ewlehiyê ya NYyê ye û bi eşkere tê texmînkirin ewê serlêdana Filistînê red bike.

Filistînê di 2011an da ji bo endamtiyê serî li NYYê dabû lê Konseya Ewlehiyê ya NYyê piştgirî nedabû.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 11:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE