Filistînî ji bo pîrozkirina agirbesta Îsraîl û Hemasê kişiyan Mescida Eqsayê

Bi hezaran kes bi tekbîran ji deriyên aliyê Bajarê Qedîm ê Qudsê ra hatin Mescida Eqsayê alayên Filistînê dan destê xwe û ji Lîwayên Îzedîn Qesam a şaxa eskerî ya Hemasê ra selam şandin.

Filistînî ji bo pîrozkirina agirbesta Îsraîl û Hemasê kişiyan Mescida Eqsayê

Filistîniyên li Qudsa Rojhilat a dagirkirî dijîn derbasî Mescida Eqsayê bûn û agirbesta Îsraîlê û Hemasê pîroz kirin.

Bi hezaran kes bi tekbîran ji deriyên aliyê Bajarê Qedîm ê Qudsê ra hatin Mescida Eqsayê alayên Filistînê dan destê xwe û ji Lîwayên Îzedîn Qesam a şaxa eskerî ya Hemasê ra selam şandin.

Filistîniyan piştî nimêja sibê fîşengên rengîn avêtin hewayê bi dirûşmeyên "Canê me xuna me ji Eqsayê ra feda be" û "Ometa Mihemed stû xwar nake" va ji Eqsayê derketin.

Pîrozbahiyên wekî vê li Ramallaha bajaroja Şerîeya Rojava ya dagirkirî û Xeta Xezeyê jî hatin kirin.

Li gor peymanê li ser li hev kirin di set 02.00ê şevê da ketibû rewacê. Di êrîşên ji 10ê gulanê vir da dibin ser Xezeyê da 65ê wan zarok, 39ê wan jin bi tevahî 232 welatiyên Filistînê hatibûn kuştin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE