Firûna herî kevn a bajêr

Di Firûna malbata Hemreşan de bi tenê zarokên malbatê dixebitin…

Firûna herî kevn a bajêr

Firûna Malbata Hemreşan firûna herî kevn û navdar a Efrînê ye. Malbatê ev firin di sala 1965an de vekiriye. Di firûnê de bi tenê zarokên hemreşan dixebitin. Dixwazin vî karî ji zarok û neviyên xwe re bihêlin.

Firûna malbata Hemreşan a li Efrînê di sala 1965 an de hatiye avakirin.

Xwediyên firûnê dibêjin karê wan wek kevneşopiyekê ji bapîrên wan maye.

Di firûnê de tenê xort û zarokên Malbata Hemreşê dixebitin.

Dema li bajêr dawetek an jî taziyeyek çêbe gelê herêmê berê xwe dide firûna hemreşê.

Pir caran jî malbat şîva xwe dişînin firûnê û ew ji wan re çêdikin.

Dibêjin em ê vî karî hînî zarok û neviyên xwe jî bikin û wê wisa dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE