Hat ragihandin ku li Japonyayê 9 kesên di firokeya lêgerîn û xilaskirinê da duh têkiliya bi wê ra hatibû birîn mirî hatin dîtin.
Li gor xebera ajansa Kyodoyê, rayedaran destnîşan kirin ku 9 kesên di firokeya lêgerîn û xilaskirinê ya rêveberiya herêmî ya Gunmayê da mirin.
Hat ragihandin ku duh li gor saeta herêmî di 09.15an da firoke ji bo rêya çiyê kontrol bike ji bajarê Maebashê rabû û li nêzî sînorê Gunma û Naganoyê ket xwarê.
Duh hatibû diyarkirin ku di qezayê da 2 kes mirin, bi qasî 160 wezîfedarên lêgerîn û xilaskirinê, polês û personelên Hêzên Xweparastinê tevlî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bûn û îro ber destê sibê cesedê 7 kesan hat dîtin.
AA