Li Krasnoyarska herêma Rûsyayê firokeyek ket xwarê, 3 miretebat û 15 rêwî mirin.
Li gor xebera Ajansa TASSê, li herêma Krasnoyarskê firokeya şirketa Utaîrê demekê piştî rabûna xwe ket xwarê. Bi ketinê ra agir bi firokeyê ket û 18 kesên di firokeyê da mirin.
Rayedarên Ûris dibêjin dibe ku firoke ji ber pirsgirêka teknîkî an jî şaşiya pîlot ketibe. Îhtimal e ku firoke li barê firokeyeke din qelibî be û ketibe, li ser mijarê lêkolîn tê kirin.
Ekîbên xilaskirinê diyar kirin ku herdu qutiyên reş ên firokeyê jî hatin dîtin.AA