First Ladya Ukraynayê Olena Zelenska: Hemî kes ji bo kêmkirina êşa derdora xwe çi ji destê wan tê dike

First Ladya Ukraynayê Olena Zelenska: Hemî kes ji bo kêmkirina êşa derdora xwe çi ji destê wan tê dike

Olena Zelenskaya jina Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir li hemberî krîza însanî ya li Ukraynayê çi qas ji destê wan tê, ew dest ji ber xwe hilnadin û wiha dewam kir, "Hemî kes ji bo nehiştina êşa xwe û kêmkirina êşa derdora xwe çi ji destê wan tê dike. Heke ji vê re bê gotin ‘îdarekirin’, erê ez îdare dikim."

Zelenskayê der heqê şerê Rûsya û Ukraynayê ku di 24ê sibatê da bi êrîşa Rûsyayê dest pê kir da pirsên nivîskî yên nûçegihanê AAyê bersivandin.

Zelenskayê bersiv da pirsa di nava şer da derûniya wê çawa ye û wiha got, "Piştî Bûçaya ku sivîl lê hatin kuştin û Marîupolaya ku çarenivîsa bi deh hezaran mirovî lê ne diyar e, ez çawa îdare dikim ne wisa? Piştî wan bombeyên ku her roj li Xarkovê tên barandin ne wisa? Piştî ku 200 zarok hatin kuştin û seqet hatin hiştin ne wisa? Dibe ku diviya min li vê derê tiştekî bi fors û destanwarî vegota lêbelê beriya her tiştî ez mirov im û weke her miroveke asayî ez janê dikişinim. Her roj."

Zelenskayê diyar kir, dema ew nûçeyan temaşe dike, tişta ku pêşî ji hişê wê re derbas dibe ew e ku "bila bombebarîneke din jî çênebe" û wiha dewam kir, "Wexta ez dîsa dibînim Rûsya êrîş dike ez dibêjim; ‘bila mexdûrên nû çênebin.’ Çimkî Rûsya li sivîlan dide."

Zelenskayê bal kişand ku her take Ukraynayiyek hest bi vî tiştî dike û wiha dewam kir:

"Lê dûv ra her Ukraynayî jî diçin ser karê xwe. Herkes ji bo nêzîkkirina roja serfiraziyê tişta ku dizane dike. Ez jî bi heman şêweyî dikim. Hinek dicengin, hinek dermankirinê dikin, bi hevtayên xwe yên li welatên curbicur re em zarokên nexweş ên li Ukraynayê texliyeyî dervayî welêt dikin. Em techîzatan û kuvozên hewzê yên pitikan, ji bo di jiyanê de bimînin, tînin Ukraynayê. Piştî ku digel herêma Kiyevê herêmên me yên bakur jî hatin rizgarkirin, ji bo malbatên li wan deran, me dest bi temînkirina pêdawistiyan kir. Û helbet li Ukraynaya ku qaşo artêşa Rûsyayê ji bo me “rizgar bike” hatiye, ez her roj bi berdewamî li eniya enformasyonê dixebitim ku ka di rastî de çi dikin. Hemî kes ji bo nehiştina êşa xwe û kêmkirina êşa derdora xwe çi ji destê wan tê dike. Heke ji vê re bê gotin ‘îdarekirin’, erê ez îdare dikim."

- "973 zarokên me anîn Tirkiyeyê"

Zelenskayê ji bo êtîmên Ukraynayî yên ku anîn Tirkiyeyê wiha got, "Beriya destpêka şer bi 3 hefteyan me mêvandariya Emîne Erdogan xanimê û hevjînê wê dikir. Ev serdan di 30emîn salvegera tesîsa têkiliyên dîplomatîk ên welatên me de hat lidarxistin. Me hevdîtineke bi dilgermî kir. Me li Katedrala Azîz Sofyayê, ya ku ji bo geştiyarên Tirk yên ku vê taliye gelekî serdana Kiyevê dikirin, cihekî wê yî girîng heye, vekirina rêbera bideng a bi zimanê Tirkî kir. Dema tê bîra min me ewqas tişt 2 meh beriya niha kiribûn, ez dibêjim qey ew jiyaneke din bû. Çimkî ji wê hingî ve jiyana me bi temamî guherî."

Zelenskayê daxuyand, dostaniya wê û Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya şer dest pê kiribû û dewam dike, heta xurtir bûye û wiha dewam kir, "Dema ku Rûsyayê der barê “operasyona taybet” da derewên xwe didomanad, Emîne Erdogan Xanimê di kêliya ku Rûsyayê li dijî me şer da destpêkirin, di vîdeoya ku parve kir da peyama piştevanî û piştgiriyê da. Ez ji bo vê minetdarê wê me."

Zelenskayê wiha got, "Dema ji bo zarokên xwe em li cihekî ewledar geriyan, (ji ber ku li Ukraynayê tu cihekî ewledar nemaye, egera wê yekê heye ku Rûs bi mûşekan êrîşî her derî bikin heye) Tirkiye di nava cihê ku em tercih dikin, di serî da ye. Bi mebesta ku piştevaniya me bike, min berê xwe da Emîne Xanimê. Ji bo texliyekirina zarokên Ukraynayî, di serî da Balyozxaneya Ukraynayê ya li Enqereyê, nûnerên rêveberiyên xwecihî yên li Ukraynayê, xêrxwaz û xwebexşan, bi hewla ekîbeke qerebalix, 973 zarokên me ber bi Tirkiyeyê ve hatin texliyekirin. Bi kurtasî me piştevaniya Tirkiyeyê bi kirdarî dît, ne tenê bi gotinê."

- "Xweveşartin şermezariyeke mezin e"

Zelenskaya ji ber talûkeya ewlehiyê di cihekî veşarî da dijî got ku xweveşartin şermezariyeke mezin e û wiha domand: "Ez vê hergav dijîm û tu carê jî xwe efû nakim. Talûke jî ji bo hemû şêniyên Ukraynayê heye. Ne mimkun e me hemûyan ji holê rakin û ev diyar e. Hemû kesên li heyatê bimînin vê hêstê ji bîr nakin."

- "Bûyerên destdirêjiyê di asteke hovane da ne û em mecbûr in qala wan bikin"

Di axaftina xwe da Zelenskayê der barê jinên rastî destdirêjiyê tên jî kir û wiha domand: "Qalkirina van bûyeran ji qalkirina kuştinên rêzê zehmetir e. Lewra canê mexdûran hê jî diêşê. Ew tirsa ji ber kuştinê çêdibe dubare dibe, ew bê parastin dijîn. Ew bîrana xerab her tim li pêş çavê wan e. Kuştin dawî li jiyanekê anîne lê piştî destdirêjiyê mirov parî parî ji mecbûrî dijî."

Zelenskayê axaftina xwe wiha domand: "Ji bo mexdûrên destdirêjiyê qala van tiştan kirin gorî kesên xizmên wan hatine kuştin bi zehmetir e. Lewra dema bibêjin ev anîn serê min mîna ku wê demê bi bîr tîne û careke din diêşê. Ji ber vê jî em bo nebin sedema travmayên nû van bûyeran bi baldarî parve dikin. Lê em mecbûr in ku bibêjin destdirêjiyên Ûrisan a li hemberî jinên Ukraynayî gelek in û qala vê bikin."

Der heqê destdirêjiyên li hemberî jinên Ukraynayî hatine kirin da Zelenskayê ragihand ku ew artêşa Ûris ji talankariyê jî derbas bû û di asteke hovane ya ji kirinên xwe kêfxweş in xuya dikin û wiha pê da çû: "Obdusamana me Liudmyla Denisova van hemû bûyeran qeyd dike. Meqamên me yên eleqedar, Ûris... ez ê nebêjim esker der heqê 25 jnên li Bucayê bi darê zorê hatine girtin da xwedî agahî ne. Ji ber vê 9 jinên li wê derê ducanî man. Em dibêjin jin lê li wê derê hê jî keçikên aqilbalix nebûne jî hene.

- "Ez ji we rica dikim li hemberî destdirêjiyan bêdeng nemînin"

Zelenskayê ji bo nûçeyên destdirêjiyê jî got: "Ji bo xerabiyê bi dayikekê ra bikin li herêma Kyevê bavek kuştin û em bi wê bûyerê jî zanin. Ji bo vê kirinê sê caran vegeriyan. Lê jinik ji bo xwe û sebiyê xwe xilas bike bi zor û zehmetî reviya. Paşê digot ku tirsa wê ya herî mezin ew bûye ku sebiyê wê bavê xwe yê li nav baxçe dane ber guleyan bibîne. Em çîroka Tetiana ya li Makarovê qewimî jî zanin. Kadîroviyan ewilî pê ra xerabî kirin û paşê jî dan ber kêrê û kuştin. Seyê wan jî bi hefteyan awayek badilhewa li benda xwediyê xwe sekinî. Em vê hovîtiya ku Ûris bûn sedem çawa xuya dike jî zanin. Wisa texmin dikim keşfa me ya herî sosret jî ev bû. Ûrisek di têlefonê da bi jina xwe ra xeber dide û jina wî jê ra dibêje bi jinên Ukraynayî ra xerabiyê bike lê ji min ra qal neke. Meriv naxwaze bawer bike."

Di berdewamiya xeberdanê da Zelenskayê diyar kir ku tevgerên eskerên Ûris ên li Ukraynayayê bi civaka Ûris jî xweş e û wiha pê da çû: "Ev yek tesaduf nebû, ev daxwaza sûckirinê ya ku mirov nikaribe li hember xwe bigire nîne. Ev yek ji alî civaka Ûris va xweş tê dîtin û destdirêjiyên tirane kirinê ne. Di rewşeke wiha da ez dikarim çi bibêjim. Ûris cil û bergên Ukraynaniyan ji malên wan û makîneyên wan derdixin û dibin, ev talankariya hovane ji feqîriyê nayê kirin. Hewcedarî bi psikiyatristan heye. Ev pirsgirêkeke girseyî ya pir bi talûke ye. Rûsya ji ber ku vê yekê şermezar nake dibe hemû Ûrisan eleqedar bike. Ez ji hemû jin û qîzên me yên rastî vê xerabiyê hatine ra dixwazim vê bibêjim. Hûn gelek hêja ne, jiyana we gelekî pîroz e. Ev tiştê hatiye serê we sûcê ehmeqên çekdar in. Bêdeng nebin, vê êşê di nav xwe da nehêlin, bi me ra xeberdin, kesên hûn ji wan bawer dikin ra xeber bidin. Ji bo cezakirina wan hovan alî me bikin. Ez we hemûyan hembêz dikim. Ji bo hûn bi ser xwe da werin û jiyana xwe bidomînin ya hewce dike em ê bikin. Lewra hûn tiştê herî baş heq dikin."

- "Bingeha hevkariyê di dema aştiyê da hat danîn"

Zelenskayê destnîşan kir ku ji roja ewil a şer vir va xanimên lîderan jê ra name dişînin û got ku nameyên ewilî bi armanca piştevaniyê dihatin şandin niha di nav xwe da pêşniyazên alîkariya teqez dihewînin.

Zelenskayê bi bîr xist ku bingeha hevkariyê di dema aştiyê da hat danîn û wiha domand: "Ji roja ewil a şer vir va hevserên pêşengên dinyayê ji min ra nameyan dişînin. Di serî da ji bo piştgiriyê dişandin, lê niha êdî tê da teklîfa alîkariyê jî dikin. Min bi gelek xaniman ra berî şer têkilî danîbû û me hev nas kiribû. Tenê me di tebaxa 2021ê da (Rojek beriya salvegera 30emîn a serxwebûna me) li Kiyevê me civîna ewil a Keybanû û Camêran kir. Niha jî ew alîkariya welatiyên me yên ku li dervayî welêt in, dikin. Erê me bi hev ra ji bo texliyekirina zarokan, tedawîkirina nexweşên onkolojiyê, teşebisên perwerde û çandê gelek proje da destpêkirin û em li ser dixebitin. Ji bo ku zarokên me hînî bajarên nû bibin, hevalên wan ên nû çêbibin, Keybanûyên dost alîkarî dan, ez minetdarê wan im.

Keybanûya Ukraynayê ji bo pirsa ku xanima Jill Bîden a hevjîna Joe Bîden ê Serokê Amerîkayê ye pê ra têkilî danî yan na jî bersivand û got: "Jill Biden bi xwe bi min ra neket têkiliyê. Ez hêvî dikim ku tevkariya me û wê di demeke nêz da dest pê bike."

- "Ji bo pêşeroja me û serkeftina me, baweriya me heye"

Zelenskayê qala pêkhatina aştiyekê ku jê çi qas hêvîdar in û ji her alî va seba pêvajoyeke dûr û dirêjtir ew di nav amadehiyeke çawa da ne jî kir û got:" Tê gotin ku heke tu aştiyê dixwazî, seba şer amade bibe. Biwêjeke din jî heye. Kesên wisa bawer dikin ku her tişt wê bi lez û bez çareser bibe, berî her kesî têk diçin. Lê bawernekirin jî tundiyeke dinê ye.

Psîkolog Viktor Frankl di kampên berhevkirina merivan ên naziyan da maye. Frankl wiha qala merivên kampê dike, 'kesên ku seba pêşerojê baweriya wan tunene, ji niha va mirî ne'."

Keybanûya Ukraynayê di dawiya axaftina xwe da got: "Ji bo pêşeroja me û serkeftina me, baweriya me heye. Ji bo vê serkeftinê em seba her mesafeyê amade ne. Heke ev serkeftin zûtir çêbibe jî em ê zêdetir şa bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE