Floydê ku li Amerîkayê bi tundiya polês hatibû kuştin, hat definkirin

Îro cara dawîn li Houstonê di Dêra North Fountain of Praiseyê da seba eqrebayên malbata Floyd merasimeke taybet hat lidarxistin û paşê li Goristana Memorial Gardensê ku Larcenia Floyda diya wî lê definkirî ye, hat definkirin.

Floydê ku li Amerîkayê bi tundiya polês hatibû kuştin, hat definkirin

Li Amerîkayê ji bo George Floydê reşik ku bi tundiya polêsan mir, li sê eyaletên cuda 3 merasimên cinaze hatin lidarxistin û paşê li Houstona bajarê Texasê hat definkirin. 

Îro cara dawîn li Houstonê di Dêra North Fountain of Praiseyê da seba eqrebayên malbata Floyd merasimeke taybet hat lidarxistin û paşê li Goristana Memorial Gardensê ku Larcenia Floyda diya wî lê definkirî ye, hat definkirin.

Ji bo Floydê ku li Amerîkayê bû weke sembola bertekên dijî şideta polêsan, merasima cinaze ya ewil roja pêncşemê li Mînneapolîsa bajarê ku lê hat kuştin, ya duyemîn roja şemiyê li eyaleta North Carolinaya ku lê hatiye dinyayê, ya sêyemîn jî li Houstona welatê wî hat lidarxistin. Bi hezaran meriv beşdarî hersê merasiman jî bûn, darbesta Floyd ziyaret kir û rêz li ber girtin.

 Namzedê Serokatiya Amerîkayê yê Demokrat Joe Biden seba Floyd vîdeoyek kişand û tê da wiha got: "Wexta ku seba George Floyd edalet çêbû, li Amerîkayê bi rastî jî em ê ber bi edaleta nijadî va bi rê kevin."

Polêsan di 25ê gulanê da li Mînneapolîsê ji ber şika xapandinê George Floydê reşik ê 46 salî binçav kiribûn. Polêsekî çoka xwe kutabû ser histûyê wî, li ser vê Floyd gotibû "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wî kiribû da ku wî berde.

Welatiyên ji wê derê ra derbas dibûn bi têlefonê dîmena bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn, gelek kesan bertek nîşan dabû.

Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê nehatibû ser hemdê xwe û li wê miribû.

Piştî wan dîmenan û li Amerîkayê tundiya polêsan a li dijî kesên reşik dîsa hatibû rojevê, xwepêşandanên li Mînneapolîsê dest pê kiribûn li gelek bajarên welêt belav bibûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE