Fransa ji bo Brexita bêpeyman amadehiyan dike

Fransayê diyar kir ku ji bo di vê dîrokê da hazir bibin amadehiyên li ser veqetana bêpeyman a hevkarên Ewropayê didomînin

Fransa ji bo Brexita bêpeyman amadehiyan dike

Parlamentoya Îngiltereyê cara duduyan peymana Brexitê red kir. Îngiltereyê di 29ê adarê da ji Yekîtiya Ewropayê veqete. Fransayê diyar kir ku ji bo di vê dîrokê da hazir bibin amadehiyên li ser veqetana bêpeyman a hevkarên Ewropayê didomînin.

Piştî ku parlamentoya Îngiltereyê cara duduyan peymana Brexitê red kir Qesra Elyseeyê daxuyaniya nivîskî da.

Fransayê diyar kir ku ji ber biryara parlamentoya Îngiltereyê li ber xwe ketin û got, "Çareseriya pirsgirêka astengê (Brexit) bi tenê dikarin li Londrayê bibînin."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Bêyî stratejiyeke alternatîf û ewledar Îngiltere bixwaze dîroka Brexitê were dirêjkirin Parîsê vê tu carî qebûl neke."

Dîsa di daxuyaniyê da hat dubarekirin ku wekî gotina Yekîtiya Ewropayê ew ê carekê dîsa peymana Brexitê mizakere nekin û wiha hat gotin: "Heke Îngiltere bixwaze ku dema mizakereyê were dirêjkirin em ê li ser vê biaxivin û bi hev ra biryara xwe bidin. Parîs ji bo roja 29ê adarê hazir bibe amadehiyên xwe yên bi hevkarên Ewropayê ra didomîne."

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Adar 2019, 14:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE